Hollanda-Qedexeya PKK’ê li den Haagê hat şermezarkirin

Rêxistinên Tevgerên Ciwanên Kurd, zextên dewletên Ewropayê yên li ser Kurdan ên ji ber qedexeya PKK’ê, bi meşekê heta Konsolosxaneya Almanyayê şermezar kirin.

Rêxistinên Tevgerên Ciwanên Kurd di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li bajarê Den Haag ê Hollandayê meş li darxistin.

Meş ji qada Carnegîepleîn hat Konsolosxaneya Almanyayê berdewam kir.

Di meşê alên Rêber APO û PKK’ê hatin hildan.

Di meşê de timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vire” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Ciwanan li ber Konsolosxaneya Almanya bi zimanê Ingilîzî û Hollandî daxuyanî xwend.

Ciwanan meşa li Berlînê ya li dijî qedexeya PKK’ê silav kir û durûtiya welatên Ewropayê protestokirin.

Li Londonê qedexeya PKK’ê hate şermezarkirin

Back to top button