Rêxistina Efûyê ya Navdewletî: Tirkiye penaberan ber bi qada şer ve dersînor dike

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk da û diyar kir ku Tirkiyê di nava şert û mercên şer de penaberên Sûriyeyî dersînor kiriye.

Li gorî lêkolîneke nû ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, beriya ku êrîşên dagirkeriyê dest pê bikin çend meh berê dewleta Tirk penaberên Sûriyeyî bi darê zorê dersînor kir.

Penaberên Sûrî diyar kirin ku polîsên Tirk bi lêdanê û gefê belgeyên vegerê bi wan dan îmzekirin.

Rêxistina Efûyê diyar kir ku Tirkiyeyê bi vegerandina bi darê zorê ya penaberên Sûriyeyî li herêmên şer jiyana wan xistiye nava metirsiyê.

Leave a Reply

Back to top button