Mafê hevdîtinê yê Rêber Apo ya bi parêzer ê malbatê re tê binpêkirin

Ji 25’ê Adara 2021’an agahî ji Rêber Apo nayê girtin
Herî dawî di 13’ê nîsanê de dewleta Tirk a faşîst dîsa cezayê 6 mehan a qedexeya hevdîtinê li Rêber Apo birîn.
Birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan diyar kir biryarên derheqê Rêber Apo de tê dayîn, têkiliya xwe bi êrişên Tirkiyê yên li ser Kurdistanê re heye û got, pirsgirêka Kurd bi şer nayê çareserkirin.

Rêber Apo ev 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê dîlgirtin.

Herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de li ser telefonê Rêber Apo bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtineke kurt kiribû.

Hê jî qedexeya hevdîtinê ya bi parêzeran re bi dawî nebûbû, di 13’ê nîsanê de dîsa cezayê 6 mehan a qedexeya hevdîtina bi parêzeran re li Rêber Ocalan hate birîn.

Birayê Rêber Apo, Mehmet Ocalan têkildarî mijarê axivî û diyar kir qedexeyên li ser Rêber Apo kêfî ne.

Mehmet Ocalan: Qedexekirna hevdîtînên bi Rêber Apo re têkiliya xwe êrişan re heye

Mehmet Ocalan diyar kir weke malbat û parêzeran her hefteyê ji bo biçin Îmraliyê serlêdanan dikin, lê tu bersiv nayên dayîn.

Mehmet Ocalan anî ziman biryarên derheqê Rêber Apo de tên dayîn, têkiliya xwe bi êrişên Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê re heye û wiha got:

“Pirsgirêka kurd bi şer û kuştinê çareser nabe. Heke Rêber Ocalan biaxive, dê ev mirin ji holê rabin. Lê dewlet vê yekê naxwaze.

Bi Rêber Ocalan re hevdîtinan bikin da ku ev xwîn bisekine.

Neçareserkirina pirsgirêka kurd, ziyanê digihîne hemû gelên Rojhilata Navîn.”

Mehmet Ocalan: Divê di zûtirîn dem de biçin Îmraliyê û pêşî li vê xwînê bigrin

Ocalan, bertek nîşanî bêdengiya rêxistinên navneteweyî ya li hemberî polîtîkayên nehiqûqî yên Tirkiyê da û axaftina xwe wiha qedand:

“Ji sedî sed para Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Nêzikatiya Xerab a Ewropayê di van bêhiqûqiyan de heye.

Heke bixwazin dikarin deriyên Îmraliyê vekin. Lê dema mijar dibe kurd, hemû kes xwe bêdeng dike.

Divê vê bêdengiya xwe bi dawî bikin û di zûtirin demde biçin Îmraliyê û pêşî li vê rijandina xwînê bigirin.”

Back to top button