Festîvala 5. a filman a Navnetewî 3 roj in li Silêmaniyê didome. Filma ‘Ji bo azadiyê’ ku dihat payîn were pêşandan hat astengkirin…Komîna Fîlm a Rojava nerazîbûn nîşanî astengirina Filma ji bo azadiyê da.
Biryar bû duh di saet 22.00’an de di 5’emîn Festîvala Filman a Silêmaniyê ya navneteweyî de filmê ‘Ji bo Azadiyê’ bihata pêşandan. Lê film ji aliyê organîzetorên festîvalê ve hate rawestandin.
Piştî ragirtina film, Komîna Fîlm a Rojava bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber festîval ne platformek çandî ya azade, ew filmê ‘Dema Dirîreşkan’ ji festîvalê kişandin.
Hilberînkarên belgefilma Ronak bi peyamekê vekişîna xwe ji festîvalê ragihand û got:
“Li ser navê xebatkarên belgefilmê Ronak weke helwestekî li hemberî astengkirina pêşandana filmê ‘Ji bo Azadî’ me biryar da ku ji 5. Festîvala Filman a Silêmaniyê ya Navneteweyî vekişin.”