Dewleta Tirk piştî avakirina gelek mêtîngehan li herêmên dagirkirî, qale vegerandina milyonek penaberan û bicihkirina wan li van deveran dike.
Meclisa giştî ya PYD’ê plan şermezar kir û bang li hêzên demokratîk ên li Sûriyê û cîhanê kir ku bibin xwedî helwest.
Dewleta Tirk a faşîst amadekariyan dike ku milyonek koçberan Sûriyê li herêmên dagirkirî bi cih bike.
Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekitiya Ewropayê (YE) û hikumeta Şamê jî li hember van siyasetên dewleta Tirk tu helwestê nîşan nadin.
Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ê li ser mijarê daxuyanî da.
PYD’ê plana dewlet Tirk a guherandina nasnameya bajar û herêmên kurd û bi cih kirina kesên ne ji herêmê şermezar kir.
PYD’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide hemû dosyayên girêdayî kar û barên Sûriyê bi kar bîne û got:
“Ji komkirina terorsîtan li Sûriyê û heta belavkirina fikra tundraw, dagirkirina herêmê, guhertina demografiyê û bi taybet herêmên kurdan bi destê dewleta Tirk pêk tê.
Di vê dawiyê de rejîma Tirk hewl dide hêzên herêmî û bûyerên navneteweyî bi kar bîne da ku berjewendiyên xwe pêk bîne.
Îro rejîma Tirk behsa vegerandina milyonek penaberên Sûrî dike.
Van penaberan jî ne li cihê wan, dê li herêmên dagirkirî bi sponseriya komeleyên ixwanî yên tundraw bi cih bike.
Civaka navneteweyî bêdeng e û vê rewşê paşguh dike. “
PYD’ê bang li gelê Sûriyê kir ku neçin li avahiyên mêtîngeriyê yên ku dewleta Tirk a dagirker ava kirine bi cih nebin.
Her wiha Meclisa giştî ya PYD’ê bang li hêzên demokratîk ên li Sûriyê û cîhanê kir ku li hember van projeyên kirêt bisekinin û hewldanên dagirkeriya Tirk ên derxistina fitneyê têk bibin.



