Ev demeke dewleta Tirk a dagirker gefên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, civaka navneteweyî jî bêdeng e.
Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Mihemed Şêxo bêdengiya navneteweyî şermezar kir û got, ev hêzê dide dewleta Tirk.
Mihemed Şêxo diyar kir ku dijminatiya Tirkiyê ne tiştekî nû ye, dewleta Tirk di 2012’an, piştgiriya çeteyên Heyet Hehrîr El-Şam jî kir û êrişî Serê Kaniyê kir.
Şêxo da xuyakirin ku gef û êrişên li dijî herêmê encama pirsgirêkên hundirîn e ku AKP’ê li Tirkiyê derdixe.
Mihemed Şêxo got ku ev bêdengiya navneteweyî derfetê dide dewleta Tirk ku êrişî herêmê bike.
PYD û Meclisa Malbatên Şehîdan ên Şamê gefên dewleta Tirk şermezar kirin
PYD û Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Zorava ya Şamê jî bi daxuyanyekê gefên domdar ên dewleta Tirk şermezar kirin.
Şêniyên Zorava bang li gelê Sûriyê û hikumeta Şamê kirin ku erka xwe bi cih bînin.