Dewleta Tirk a qirker li dijî gerîla çekên kîmeyewî bikartîne, Kurdistaniyên li Swîsreyê û dostên xwe li dijî vê sûcê daketin qadan.
Kurdistaniyan bang li saziyên navneteweyî kirin da ku bi erka xwe rabin û kirinên dewleta Tirk a qirker rawestînin.
Çalakî li 3 ê bajarên Swîsreyê hatin li darxistin.
Li her 3 bajaran bi çalakiyên cûda dewleta Tirk hate protestokirin.
Di çalakiyan de çalakvan axivîn û diyar kirin ku saziyên navneteweyî û OPCW’ê bi bêdengiya xwe piştgiriyê dide dewlet a Tirk da ku sûcên xwe dewam bike.
Hate gotin jî ku ew ê rûyê rast ê dewleta Tirk di platforma navneteweyî de tim tehşîr bikin.
Ji bo çalakiyên ku îro wê bên kirin banga tevlîbûnê hate kirin.