PZK: Li Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî têk diçe em bi Kurdî biaxivîn

Li Bakurû Kurdistanê zimanê kurdî qedexeye û li ser ziman polîtîkayên tinekirin û helandinê tê meşandin.
Platforma Zimanê Kurdî (PZK) ku di 29’ê Cotmeha 2018’an de ji bo pêşî vê polîtîkaya helandinê bigre û zimanê kurdî bibe zimanê fermî hate avakirin

Platforma Zimanê Kurdî bi boneya sala 3’emîn a damezrandina platformê daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya PZK’ê wiha ye:

“Armanca sereke ya platformê em dixwazin ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermî.

Zimanê Kurdî bibe xwediyê statuyeke yasayî û Kurdî di hemû saziyên dewletê de were bikaranîn.”

Aliyeke din Platfromê balkişand li ser bikaranîna zimanê kurdî li Bakûrê Kurdistan û got:

“Gelek kurd heliyane zimanê xwe, nasnameya xwe durketine û di nava jiyanê de zimanê xwe bikar naynin.

Heke ev pêvajo wilo berdewam bike, wê netewa Kurd li Bakurê Kurdistana têk biçe.

Divê gelê me, partiyên siyasî, di nav jiyanê debi zimanê xwe biaxivîn.

Ev yek pirsa man û nemanê ye.

Back to top button