Hiqûqnas Şêx Muslim: Li dijî êrişan divê em li gel hêzên xwe bin

20 û 23’yê vê mehê balafirên bê mirov yên bi çek ên dewleta Tirk ya dagirker êrişî kobanê kirin.
Di encama her du êrişan de 5 kes şehîd bûn.
Hiqûqnas Mistefa Şêx Muslim diyar kir ku Mafê tu dewletekê tune ye ku serweriya dewletek din bin pê bike û dewleta Tirk jî bi neheqî axa Sûriyê bin pê dike.

Mistefa Şêx Muslim da xuyakirin ku Êrişên vê dawiyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bajarê Kobanê bi balafirên bê mirov ku sivîlan dikin hedef, binpêkirina peymana agirbestê ye.

Her wiha diyar kir ku armancên dewleta Tirk ji van êrişan ew e ku istîqrara civakî ya li bajarê Kobanê ji hev bixe.

Hiqûqnas Şêx Muslim li dijî êriş û gefan banga yekîtiyê kir û got:

“Divê gel bibin yek, ji ber ku bicihanîna xewnên me yên bi sed salan nêz bûye. Divê em li kêleka hêzên xwe yên ku me ji êrişên ji van mezintir parastin, bisekinin û ji planên ku diqewimin haydar bin.”

Back to top button