Komkara Erebî.. Cezayîr hewil dide ku endamtiya Sûriyê çalak bike

Cezayirê bang li dewletên Erebî kir ku careke din endamtiya Sûriyê ya Komkara Erebî de, çalak bikin.

Wezîrê Derve yê Cezayirê Sebrî Bû-qadom bang li dewletên Erebî kir ku endamtiya Sûriyê ya di nava Komkara Erebî de ji nûve were çalakirin, da ku bikare beşdarî civînên wê bibe:

Sebrî Bûqadom got ku tunebûna Sûriyê zirareke mezin digihîne Komkarê û Ereban.”

Li milekî din jî, Cezayîr xwe amade dike ku piştî pêşkêşkirina daxwazê, pêşwaziya dewreya 32’yan a lûtkeya Ereban bike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku piştî destpêkirina aloziya Sûriyê ya di Adara 2011’an de, Komkara Erebî di heman salê de, endamtiya Sûriyê, rawestand.

Back to top button