Melcisa Sivîl a Demokratîk a Minbicê ragihand ku, ji bo pêşwazîkirina koçberên Idlibê, wê weke destpêk Hezar û 500 kon werin vedan.
Hevserokê Meclisê Mihemed Xêr Şêxo diyar kir ku, Rêveberiya Xweser û QSD’ê pêşwaziya van koçberan dikin û niha kampek li gundê Cedîdet El- Himir ê başûrê Minbicê tê avakirin..
Li gorî wî, ji ber rewşa hewayê ew hindekî dereng mane û weke rewşa awarte wê 300 kon werin vedan.
Hevserokê Meclisa sivîl a Demokratîk diyar kir ku, niha tenê li Minbicê 135 malbat hene..
Mihmed bang li rêxistinên cîhanî û mirovî kir ku alîkariya koçberên Idlibê bikin.