MSD’ê bi rayedarên Norweçê re rûnişt

Şandeyeke ji Bakur û Rojhilatê Sûrî, bi wezareta Karên Derve û parlementoya Nerwicê civiya.. MSD’ê ragihand ku, têkildarî rewşa bakur û Rojhilatê Sûrî û xeteriya DAIŞ’ê, nerînên wan nêzî hev bûn.

Şandeya ku ji Hevserokê MSD Riyad Derar, seroka Desteya Rêveber Ilham Ehmed û hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Umer pêk dihat, li gel aliyên navborî, êrîşên Dewleta Tirk ên li ser herêmê nîqaş kirin.

Di heman hevdîtinan de, qala, xebata siyasî û civînên Cenevê, pirsgirêka girtiyên DAIŞ’ê û malbatên wan hatiye kirin.

Her wiha îşaret bi rewşa koçberên li herêmê hat kirin û teqezî li ser destek û piştgiriya Rêveberiya Xweser ji aliyê civaka navdewletî ve hat kirin.

Back to top button