Li Qamişlo Mîhrîcana 9′an a Rojava ya Çand û Hunerê ku ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê-HRRK bi dirûşma “Em ê li ber serê her şehîdekî sirûekek azadiyê biçînin” tê lidarxistin, di roja xwe ya 11`an de didome.
beşdarên mîhrîcanê diyar kirin ku divê ew hişmendiya xwe ya neteweyî ji ya çandî xurtir bikin.
Di mîhrîcanê de semînera bi sernavê `hişmendiya demê di xebatê hunerî de` ji aliyê Şêwekar Mûnîr Şêxî hat dayîn.
Mûnîr Şêxî diyar ku karê hunerî tenê bi çav tê dîtin û wiha got:
“Karê hunerî karê bê deng e, wêne jî helbesteke bê deng e û helbest wêneyeke bideng e.”
Piştre ji aliyê nivîskar Ebdulbarî Ehmê semînera bi sernavê “xwendina rexnekirina di hişmendiya siyasî û neteweyî ya Kurdî de” hat dayîn.
Ebdulbarî Ehmê destnîşan kir divê ew hişmendiya xwe ya neteweyî ji ya çandî xurtir bikin.
Dûre di şevbuhêrka `Êvara çemê çetelê` de helbest û çîrok bi zimanê Kurdî hatin xwendin.
Beşdaran li filmê `Aso` bi derhêneriya Azad Evdikê temaşe kirin.