KCK’ê cejna Noelê pîroz kir

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê di şexsê Xiristiyanên Kurdistanî de cejna Noelê li civaka Xiristiyan hemûyan pîroz kir.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê di daxuyaniya xwe de balkişand li ser cîhaneke bêşer û got:

Rojhilata Navîn ku Xiristiyaniyê lê destpê kir û li nava mirovahiyê belav bû, bi şerekî giran, tecrîd, êşkence û êrîşên di asta qirkirinê de derbasî sala 2024’an a mîladî dibe.

Rastiyeke ku bi van êrîşan re di serî de civakên Kurd û Ereb hemû civakên Rojhilata Navîn zerarên mezin dibînin, yekîtî, hevgirtin, bawerî, hurmet, hezkirin û biratiya gelan zerarê dibînin û derbê dixwin.

Hêvî û bendewariya me ew e ku Cejna Noelê ya îsal bibe wesîle ku dawî li şer bê anîn, tecrîd bê rakirin, aştî û xwişk-biratî li nava gelan serwer bibe, civak hemû bigihêjin aramî, tenduristî, xêr û bêrê.

Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em pê bawer in ku pirsgirêkên civakên Rojhilata Navîn û mirovahiya cîhanê, krîz û kaos bi têkoşîneke exlaqî, têgihiştina polîtîk û rêxistinî dikarin bêne çareserkirin.

Bi vê hest û vî fikrî em Cejna Noelê destpêkê li gelên me yên Ermen, Asûrî, Suryanî, Keldanî yên Kurdistanî, li tevahiya civaka Xiristiyan careke din pîroz dikin û hêvî dikin ku ji bo her kesî bibe saleke ji hezkirin, aştî û xwişk-biratiyê.

Back to top button