Li Efxanistanê teqînek çêbû, 14 leşker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn

Li Efxanistanê, di encama êrîşekê bi erebeyeke bombebarkirî de, 14 leşker hatin kuştin.

Polîsa Efxanistanî diyar kir ku îro di seaatên sibehê de, li herêma Ninkirhar ننكرهار li bakurê welat, erebeyeke bombebarkirî êrîşî bargeheke leşkerî ya artêşê kir.

Li gorî berdevkê polîsê, ev êrîş li navçeya Şêrzad rû da û di encama de, 14 leşker hatin kuştin û 4 hatin birîndakirin.

Çekdarên Talibanî ev teqîn girt ser xwe.

Back to top button