Dayikên Aştiyê yên Sine ragihandin ku wê kuştin û çewisandin nikarîbe dawî li raperîna gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bîne û wê heta gihîştina azadiyê berxwedanê dewam bikin.
Dayikên Aştiyê yên bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek dan û gotin:
“Vê carê ji carên berê cudatir, dayik, bav, mamosta, xwendevan, jin, ciwan, karker û hemû çînên civakê yên li Îranê daketine kolanan û daxwaza mafê xwe dikin.
Her wiha anîn ziman ku ev dewlet li şûna ku guh bide xelkê, bi guleyê bedena wan dike hedef û wan dikuje.
Di daxuyaniyê de hate bi bîr xistin ku êdî kuştin û çewisandin nikare dawî li vê serhildanê bîne.
Dayikên Aştiyê teqez kir ku wê vê carê hemû dayikên ku li Îranê cerga wan şewitiye û yên xwîna zarokên wan rijandine efû nekin.
Di dawiya daxuyaniya Dayikên Aştiyê de hate teqez kir ku vê carê gelên Îranê yekgirtiye û wê heta roja serkefitin û gihîştina armaca zarokên xwe berdewam bin.