96 rewşên nû li gel mirina 2 kesan hatin tomarkirin

Herî dawî 96 rewşên nû yên Coronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî hatin tomarkirim.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa, ragihand ku li gel van her 96 pêketiyan, 2 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Heta niha jimara dawî ya nexweşên Coronayê gihast 6 hezar û 787, ji wan 185 jiyana xwe ji dest daye, 984 nexweş jî rehet bûne.

Ji ber zêde-belavbûna Coronayê, biryar e sibe qedexeya derketinê ya giştî li Qamişlo, Hesekê, Tebqa û Reqayê heta 10 rojan bê sepandin.

Back to top button