Nûnerên MSD û Rêveberiya Xweser bi Wezîra Derve ya Swêdê re civiyan

Di çaroveya xebatên siyasî yên Rêveberiya Xweser û MSD’ê de, duh nûnerên herdu aliyan, bi rêya online bi Wezîra Karên Derve ya Siwêdê Ann Lind re civiyan.

Civîn tevî Wezîra Derve ya Siwêdê Ann Lind, bi amadebûna Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed, Cigîrê Hevserokatiya Meclisa Rêveber Bedran Çiyakurd, Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve Dr. Ebdulkerîm Omer û Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Skandinavyayê Şiyar Elî pêk hat.

Hat ragihandin ku aliyan, rewşa Sûriyê, rewşa Herêmên Rêveberiya Xweser, xebatên siyasî, gefên dewleta Tirk û diyaloga Kurdî-Kurdî gotûbêj kirine.

Rewşa girtiyên DAIŞ û malbatên wan ên di kampan de jî ku pêwîst e civaka navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cih bînin jî mijara nîqaşê bû.

Di civînê de, Wezîra Siwêdê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kir û teqez kir ew ê hewl bidin dawî li van êrîş û gefan bînin.

Back to top button