Berî bidawîbûna 72 saetên Etyopyayê, gelek çekdar xwe radest dikin

Hikûmeta Etyopyayê bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê li aloziyên Tigrayê nekin. Eniya Rizgariya Tigrayê jî bang li NY dike ku destwerdana rizgarkirina mirovên binçakirî bike. Berî bidawîbûna 72 saetên hikûmeta federal ên dorpêçkirina paytexta Tigrayê, gelek çekdar dest bi xweradestkirinê kiriye. 

Şer, pevçûn, kuştin û talan li herêma Tigray a Etyopyayê hêj li dar in.

Hikûmeta Etyopyayê da xuyakirin ku ew dikarin bi tena xwe û li gorî zagon û pabendiyên navneteweyî, aloziya Tigrayê çareser bikin û ti pêwîstî bi destwerdana navnetewyî tune ye.

Etyopyayê her wiha da zanîn, berî bidawîbûna dema 72 saetan a dorpêçkirina paytexta Tigray Mîkîliyê, gelek çekdar û hêzên taybet dest bi xweradestkirinê kiriye.

Eniya Rizgariya Gel a Tigrayê jî diyar kir ku zêdeyî 51 hezar Tigrayî li leşkergehan binçavkirî ne. Divê NY destwerdanê bike.

Konseya Ewlekariya Navneteweyî jî têkildarî şerê rûdayî, civîneke online li dar xist, lê nekarî daxuyaniyeke hevbeş di vê derbarê de bide.

Sekreterê Giştî yê NY António Guterres metirsiya xwe ji êrîşeke payînkirî ku hikûmeta federal li dijî Tigrayê pêk bîne, anî ziman û got:

“Em reveberên Etyopyayê han didin ku sivîlan biparêzin, rêzê bidin mafên mirovan û gihîştina alîkariyên mirovî bo welatiyan misoger bikin.”

Li aliyekî din, Komîteya Mafên Mirovan a Etyopyayî di raporekê de ragihand ku 9 vê mehê, hin çekdaran bi alîkariya polîsên herêma Tigrayê komkujiyek der heqê sivîlên bajarokê May Kadrayê de pêk anîbû.

Komîteyê da xuyakirin ku çekdaran bi ben, kêr, dar, satore û biviran zêdeyî 600 karkerên çandiniyê ku ji Emhera û Wilkeytê li wir kar dikir, kuştibûn.

Komîteyê çekdarên nefermî ku piştgiriya xwe ji Hêzên Ewlekariya herêmî yên Eniya Rizgariya Gel a Tigrayê digirin, bi vê komkujiyê tawanbar kirin.

NY jî banga lêpirsîneke serbixwe kiriye, da bûyera May Kadrayê hemwextî nebûna ragihandinê, bi hûrgilî bê diyarkirin.

Hikûmeta Etyopyayê 4 Mijdarê, li dijî herêma Tigrayê dest bi operasyoneke leşkerî kir, da ku desthilata li wir hilweşîne.

Ji wê çaxê de, bi sedan kes hatine kuştin û birîndarkirin û zêdeyî 40 hezar sivîl koçî Sûdanê bûne.

Back to top button