Siyasetmedarê Asûrî Gabrîel di encama kiriza dil de jiyana xwe ji dest da

Damezirênerê Meclîsa Gel a Asûrî û Endamê KCD’ê Yakûp Gabrîel di encama kiriza dil de jiyana xwe ji dest da.

Damezirênerê Meclîsa Gel a Asûrî û Endamê KCD’ê Yakûp Gabrîel, di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Gabrîel duh jiyana xwe ji dest da, wê cenaze li Midyatê were oxirkirin.

Gabrîel, di sala 1990’an de ji ber zextên dewleta Tirk a dagirker koçî Ewropayê bû û di sala 2001’an de vegeriya li ser axa xwe.

Piştî ji Ewropa vegeriya li navçeya Midyata Mêrdînê bi cih bû.

Di heman deme Gabrîel yek ji damezîrênerê Meclîsa Sûryaniyan bû.

Gabrîl yek ji damezirênerê Însiyatîfa Demokratîk a Asûrî, Sûryanî Keldanî bû.

Gabrîel li Mîdyatê di nava gelê Sûryanî û gelê din de weke rûspî dihat naskirin.

Back to top button