Li Iraqê..bargeha Tirkî ya zêlikan a li Mûsilê rastî êrişên mûşekî hat

Baregeha leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker ya li nêzî Mûsilê rastî êrişên mûşekî hat.

Li gor ajansa firatê doh şev li dijî baregeha artêşa Tirk dagirker ya Zêlîkan ya li nêzî Mûsilê bi fuzeyan êrîş pêk hat.

Li gorî heman çavkaniyê 5 fuze avêtine baregeha Tirk a Zêlîkanê.

Heta niha nayê zanîn êrîş ji aliyê kêve hatiye pêkanîn. Lê belê di dîmena de tê xuyakirin li pey hev fuze tên lêdan.

Li dijî baregeha artêşa Tirk a Beşîka ya li nêzî Mûsilê bi roketan êriş pêk hat. Tê gotin tu ziyan nebûye.

Her wiha herî dawî di 25’ê Kanûna 2021’an de baregeha Tirkî ya li Başîkayê ku ew jî Musilê ye bi 7 roketan hatibû armanckirin.

Back to top button