Artêşa dagirker 2 gundên Eyn Îsa û rêya M4 topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ev çend rojin, bi dijwarî navçeyên Zirgan, Til Temirê topbaran dikin. Doh êvarê jî gundên Eyn Îsa û rêya M4 topbaran kir.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê doh êvarê gundên Dibis û Ebû Nîtûla yê bakurê rojavayê navenda navçeya Eyn Îsa, rêya M4 topbaran kir.

Roja şemiyê jî bi çekên giran û hawinan gundê Dirdara yê Til Temirê topbaran kiribû.

Berî vê, li navçeya Zirganê jî êrişên dijwar hebûn.

Li wir avahiya Şaredariya Gel a navçeyê hat armancgirtin.

Di encamê de ziyan li avahiyê û erebeyên derdorê bû.

Back to top button