Remziye Mihemed, Berdevka Kongra Star a Rojava, kar û xebatên kongreyê yên sala 2021`ê nirxandin. Remziye da zanîn ku Kongra Star berpirsa yekemîn a bersivdayîna bangên tevahî jinên li herêmên dagirkirî ye. Her wiha eşkere kir ku xebatên wan ên sala 2022 wê li ser esasê piştgiriya têkoşîn û parastina mafê hemû jinan dewam bike.
Li ser kar û xebatên Kongra Star ên sala 2021’ê Berdevka Kongra Star a Rojava Remziye Mihemed, ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.
Remziye Mihemed anî ziman sala derbasbûyî, tevî hemû zehmetiyan wan gelek çalakiyên girîng li dar xistin
Remziye Mihemed: Kongira Star sîwana yekemîn a hemû jinanên herêmê ye
Remziye Mihemed bal kişand li ser perwerdeyên ku par wan ji jinan re vekirin û behsa girîngî û naveroka wan kir.
Têkildarî sûcên hovane yên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî jî, Remziye tekez kir divê têkoşîn were mezinkirin .
Berdevka Kongra Star a Rojava Remziye Mihemed li ser xebatên xwe yên vê salê jî piştrast kir ku sala 2022 wê li ser esasê piştgiriya têkoşîn û parastina mafê hemû jinan dewam bike.



