
Ji ber tevgera wan a zêde di dema dawî de, operasyon û xebata li dijî wê zêde dibe. Em behsa tevgera DAIŞ’ê, taybet a li Iraq û Başûrê Kurdistanê dikin. Duh li nêzî Hewlêrê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê bi daxuyaniyekê ragihand “Hêzên Dij-Teror ên Iraqê li nêzî Hewlêrê, 3 çeteyên DAIŞ’ê girtin.”
Li gorî daxuyaniyê, ev hersê çeteyên DAIŞ’ê bi operasyonek taybet ji aliyê hêzên Dij-Teror ên Iraqê ve hatine girtin.
Pêr jî li Mûsilê operasyonek pêk hat.
Tê de jî 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Bi vî awayî, di nava du rojan de, 9 çeteyên DAIŞ’ê tên girtin.
Ev operasyon di encama zêdebûna êrişên DAIŞ’ê di dema derbasbûyî de, çêdibin.