Îmarat bû yekem welatê ku welatiyên wî dikarin bê vîze biçin Îsraîlê

Îmarat bû welatê yekem yê Ereban ku welatiyên wê bêvîze dikarin serdana Îsraîlê bikin.

Îmaratê ragihand ku êdî vîzeya di navbera wan û Îsraîlê de hatiye rakirin.

Bivê yekê re êdî welatiyên wî dikarin bê vîze serdana Îsraîlê bikin.

Li gorî daxuyaniya ji Wezareta Derve ya Îsraîlê hatî dayîn jî, Wezareta Derve ya Îmaratê peymana rakirina vîze ya navbera welatan îmze kiriye û pêşkêşî wan kiriye.

Lihevkirin wê di nava 30 rojan de bikeve meryetê û welatiyên Îsraîl jî wê bê vîze bikarin serdana Îmaratê bikin.

Bivê yekê re wê Îmarat bibe yekem welatê Ereban ku welatiyên wê bê vize dikarin serdana Îsraîlê bikin.

Îsraîlê 15’ê Îlonê li Koşka Spî bi Îmarat û Bahreyn re peymana asankirina danustandinan îmze kiribû.

Back to top button