Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx cengî li Bexdayê ye

Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî li Bexdayê bi Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih re civiya.
Ala Talabanî jî careke din bû seroka koma YNK’ê a li parlementoya Iraqê.

Hevserokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahor Şêx Cengî li gel şandeyeka ku ji rêveber û parlamenterên YNK’ê pêk dihat çû Bexdayê.

Şande li gel Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih civiya.

Hate ragihandin ku Hevseroê YNK’ê Lahor Şêx Cengî, ji bo çareserkirina qirîza aborî û derbaskirina projeya yasaya bûdceya giştî ya Iraqê ya sala 2021’an û para Kurdan, hevdîtin pêk aniye.

Careke din bû seroka koma YNK’ê

Her wiha li Bexda bi amadebûna Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih û Hevserokê YNK Lahor Şêx Cengî, Ala Talebanî careke din bû Seroka Koma YNK ya li Parlamentoya Iraqê.

Di dema borî ya Parlamentoya Iraqê de, Ala Talebanî Seroka Koma YNK bû.

Di hilbijartinên 2018’an de li ser Lîsteya Hevpeymana Bexda ku lîsteya Erebên Sune bû, bû namzet û bû parlamenter.

Back to top button