Dayikên Aştiyê yên Tebqayê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Dayikên Aştiyê yên Tebqayê, îro bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Bi berxwedan û têkoşîna gelê xwe em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Dayikan anî ziman ku ji ber faşît ji fikirê Rêbertî ditirse lewma ew bê maf hiştin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker heta niha jî hewl dide teror û hovîtiya xwe li dijî rêber Ocalan derxe û herêmên me bi çekên kîmyewî armanc bigire.

Di dawiyê de bi navê Dayikên Aştiyê yên Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê û bi navê her jineke azad ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, soz didan ku heger pêwîst bike wê hemû zarokên xwe bikin qurbana axa xwe.

Back to top button