“Divê helwesta hiqûqnasan xurt be “

Hiqûqnasên herêmê destnîşan kirin ku bêdengiya hêzên navneteweyî cesaretê dide dewleta Tirk da ku sûcên xwe dewam bikin.
Her wiha bang li hiqûqnasên li cîhanê kirin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk helwesteke xurt nîşan bidin.

Xelkê herêmê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bi hêrsin ..

Li dijî vê yekê bertekên tund derdikevin ..

Têkildarî mijarê, Hiqûqnasên herêmê helwesta xwe nîşan dan ..

Hiqûqnas Mutez El Sûdan diyar kir ku armanca dewleta Tirk ne tenê gerîla ye, lê belê dagirkirina çar parçeyên Kurdistanê ye û got :

“Tevî ku qanûn û peymanên navneteweyî bin pê dike, lê hîna rêxistinên navneteweyî bêdeng in.

Ev bêdengî dide nîşandan ku ew jî şirîkên van êrişan in ..

El Sûdan anî ziman ku mixabin hin aliyên kurdî hene nexasim PDK alîkariya dewleta Tirk dike..

El Sûdan destnîşan kir ku divê hiqûqnasên li tevahî cîhanê helwesteke cidî û zelal li hember êrişan bidin ..

“Ev êriş israra me xurt dike”

Girêdayî heman mijarê, cîgirê hevseroketiya Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê hiqûqnas Şadî Îbrahîm jî axivî …

Şadî Îbrahîm îşaret pê kir ku dewleta Tirk hemû qanûn û pîvanên navneteweyî derbas kirin û got :

“Ev kiryar li dijî peymanên navneteweyî ne û sûcên şer in.

Ev ne cara yekê ye ku dagirkeriya Tirk gerîla bi çekên kîmyewî dike hedef.

Hêzên navneteweyî jî bêdengin..”

Îbrahîm anî ziman ku dewleta Tirk bi van êrişan nikare îradeya gerîlayan lawaz bike û got:

“Ev êriş hêz îsrara me ya domandina rêya şehîdan xurtir dike.

Em ê tola keç û xortên xwe hilînin.”

Back to top button