Li dibistanên Kerkûkê bilindkirina ala herêma Kurdistanê hate qedexekirin

Rêveberiya Perwerdeya Kerkûkê bilindkirina hemû alayên ji derveyî ala Iraqê li dibistanan hate qedexe kirin.

Rêveberiya Perwerdeya Kerkûkê bi riya nivîsekê hemû dibistanên Kerkûkê agahkdar kir ku ji derveyî ala Iraqê nabe ti alên din li dibistanan werin bilinkirin û daliqandin.

Li gorî vê biryarê, wê êdî Kurd li dibistanên Kerkûkê nekarin ala Başûrê Kurdistanê bilind bikin û daliqînin.

Di biryarnameyê de tê gotin ku her kesê ku biryarê pêk neyîne wê li hember serî li riyên yasayî bidin.

Back to top button