Li rojhilatê Reqayê, ji ber xwarina kumikên bi jehir 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 13 zarokên din jî heta niha nexweşin.
Duh 17 zarok ji gundê Ebû Wehil ê rojhilatê Reqa rakirin nexweşxaneya taybet a zarokan.
Piştî ku kumikên bijehrî xwarin, bi jehrî ketin.
Bijîşkê li nexweşxaneya zarokan Semo Osman di vê derbarê de axivî û diyar kir ku 4 zarokan mirin û yên din hîna têne dermankirin.
Semo Osman anî ziman ku nexweşxaneyê destwerdana lezgîn kirine û ji wan 4 zarok veguhestin nexweşxaneyên taybet û yên din jî rewşa wan baş e.