HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got:
“Hevrêyên me Dilşêr, Tîrêj û Botan, bi helwest, berxwedan û fedakariya xwe dan ser şopa xeta şehîdan.
HPG’ê di serî de ji malbatên hêja ên şehîdan, tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 cangoriyên azadiyê eşkere kir.

Di destpêka daxuyaniya xwe de HPG’ê wiha got:

Di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku di 17’ê Nîsana 2019’an û 24’ê Cotmeha 2020’an de li Heremên Parastina Medyayê kiribûn, milîtanên fedakar ên Apoyî yên partiya me PKK’ê Dilşêr Şengalî, Tîrêj Roj û Ocalan Bekrî şehîd bû.

HPG’ê diyar kir hersê hevreyê wan bi helwest, berxwedan û fedekariya xwe bûne şopdarên xeta şehîdan û got:

Hevrêyên me Dilşêr, Tîrêj û Botan cihê xwe yê bi rûmet di dîroka azadiya gelê me de girtine.

Di dewamê de HPG’ê li ser kesayet û tekoşîna bêhampa yê hersê cangoriyan jî ev tişt anî ziman:

Hevrêyê me Dilşêr ku ji dilê gelê me yê Êzidî derketiye û bûye namzetek mezin a fermandariyê, bi îdeolojiya Rêber Apo veguheriye cewherekî nadîda.

Weke ewladekî leheng ê Êzidxanê Tîrêj jî bi perwerdeyê xwe kir şervanekî azadiyê yê tevahiya gelê me.

Bi hişmendiya xwe ya neteweyî hevrêyê me Tîrêj bû mînak ji ciwanên Kurd hemûyan re.

Her wiha hevrê Botan yê ji Kobanê tev li nava refên berxwedanê bû, bi dilsoziya xwe ya bi îdeolojiya Rêbertî re bûye mîlîtanekî Apoyî yê mînak.

Bi van taybetmendiyên xwe wê her tim ji me re bibe mînak û rêya me ronî bike.”

HPG’ê di dawiyê de di serî de ji malbatên hêja ên şehîdan, tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê agahiyên derbarê nasnameya gerîlayên şehîd wiha ne:

Nasnav: Dilşêr Şengalî
Nav û paşnav: Helbest El Şêx
Cihê jidayikbûnê: Mûsil
Navê Dê: Hayat
Bav: Alî
Dîrok û cihê şehadetê: 17’ê Nîsana 2019’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Tîrêj Roj
Nav û paşnav: Seîd Dexîl Reşo
Cihê jidayikbûnê: Şengal
Navê Dê: Berfê
Bav: Dexîl
Dîrok û cihê şehadetê: 24’ê Cotmeha 2020’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Botan Kobanê
Nav û paşnav: Ocalan Bekrî
Cihê jidayikbûnê: Minbîc
Navê Dê: Havva
Bav: Mûhammed
Dîrok û cihê şehadetê: 24’ê Cotmeha 2020’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Back to top button