Ukrayna: Di êrişa li ser Odesa de herî kêm 3 kes mirin

Artêşa Rûsya careke din bi moşekan êrişî bajarê Odesa yê li başûrê Ukrayna kir.
Di êrişê de herî kêm 3 kes mirin û 13 jî birîndar bûn.
Hemwextî êrişên dijber yên Ukrayna li ser Rûsya, ji serokê wî welatî îdiayên balkêş derketin.
Serokê Rûsya Putin îdia kir ku leşkerên Ukrayna yên hatîne kuştin bêtirî 10 qatî yên wanin.
Putin her wiha careke din Ukrayna ji hilweşandina bendava Kaxovka sûcdar kir.

Di şerê li Ukrayna de, qonaxa nû ya metirsiyê despê kiriye.

Bi pêngava hêzên Ukrayna dayî despêkirin de, hêzên Rûsya dixwazin herêmên bin kontrola xwe biparêzin.

Hemwextî vê yekê jî êrişên xwe yên li ser bajarên Ukrayna didomîne.

Fermandarîya Başûr a Hêzên Çekdar ên Ukraynayê ragihand ku Rûsyayê 4 mûşekên Kruz avêtine bajêrê Odesa

Fermandariyê diyar kir ku ji avan moşekan 2 hatine bêbandorkirin.

Hat ragihandin ku beşek ji cihên kar yên li navenda bajar ziyan dîtiye.

Di êrîşê de herî kêm 3 kes mirine û xebatên rakirina kavilan didome.

Metirsî heye ku di bin kavilan de kes hebin.

Putin: Heta îro leşkerên Ukrayna bêtirî 10 qatê yên me hatine kuştin

Li aliyê din, Serokê Rûsya Vladimir Putin careke din biryardariya xwe ya di şerê li Ukrayna de nîşan da.

Vladimir Putin îşaret bi êrişa berfihre ya hêzên Ukrayna li dijî wan dayî despêkirin û got:

Leşkerên Ukrayna yên hatîn kuştin bêtirî 10 qatî yên me ne.

Putin doh li Kremlînê di hevdîtina bi rojnamevan û bloggerên Rûs ên alîgirê Kremlînê re rewşa şer nirxand.

Putin: Bêtirî 160 tankên Ukraynî hatine bêkêrkirin

Serokê Rûsya bal kişand ser wê yekê ku bêtirî 160 tank û ji sedî 25 heta 30 ji wesayîtên leşkerî yên Ukrayna ji welatên Rojava kirî winda kir.

Vladimir Putin, Kîev bi xistina bendava Kaxovka ya bi mûşekên HIMARS yên ji aliyê Amerîka girtî, tometbar kir û ev tişt anî ziman:

Ti pêwendiya Rûsyayê bi teqîna bendavê re nemaye, ji ber ku encamên teqînê rewş li deverên di bin kontrola Rûsyayê de dijwar kiriye.

Putin: Pêwistî bi seferberiyeke din tine ye

Putin diyar kir ku li welêt hewcedarî bi îlankirina seferberiya nû tune ye û destnîşan kir ku hejmara kesên ku bi dilxwazî ​​û bi peymanê beşdarî artêşê dibin zêde bûye.

Li ser pirsa gelo ew ê fermana seferberiyek din bide, Putin ev bersiv da.

“Îro hewcedariya wê tine ye.

Hin kesên navdar dibêjin ku pêwîstiya me bi yek an du mîlyon [esker] heye.

Ev bi wê yekê ve girêdayî ye ku em dixwazin çi bi dest bixin.”

Rûsya êrişî bajarê Zelensky kir: 6 kes mirin

Back to top button