UNHCR: 110 mîlyon kes bi zorê ji cih û warê xwe bûn e

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku jimara mirovên bi zorê ji cih û warê xwe bûne bi 110 milyon mirovî rekoreke nû şikandiye.

Di rapora salane ya UNHCR’ê de hate ragihandin ku hejmara penaberên ji welatê xwe reviyan an jî li nava welatê xwe neçar man cih biguherînin, qet di vê astê de bilind nebû bû.

UNHCR’ê diyar kir ku heta dawiya sala derbasbûyî 108.4 milyon mirov ji cih û warê xwe bûn, yan jî penaber bûn.

Li gorî daneyên heta dawiya sala 2021’ê, hejmara koçberan herî kêm bi 19.1 milyon kesî zêde bû.

Ev yek jî weke zêdebûneke awarte tê nirxandin.

Şerê dawî yê nava meha Nîsanê li Sûdanê destpê kir, şerê Ukraynayê yê sala 2022’an destpê kir, yan jî krîza mirovî ya li Efxanistanê, rewşa awarte hîn bêhtir nebaş kir.

Back to top button