Trump li pêşberî dadger tawanên li dijî xwe red kir

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ku bi sûcdarbûyîna belgeyên veşartî yên dewletê girtiye îro derket pêşberî dadgehê.
Trump li dadgehê tevahî sûcên li dijî xwe red kir.
Di berdewamiya dozê de nehate eşkere kirin ku Trump wê kengê dîsa derkeve pêşberî dadgehê.

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump li ser sûcê girtina dosyayên veşartî yên dewletê, derket pêşberî dadgehê.

Parêzerên Trump got, muwekîlê wan hemû tawanan red dike.

Trump di rûniştina 47 deqeyan de qet neaxivî.

Piştî dadgehê Trumpê bêyî şert û merc û qedexeyên rêwîtiyê ji dadgehê derket.

Her wiha hewcedarî bi dayîna kefaletê jî nehat dîtin.

Dadgehê peywendiya Trump a li gel şahidên bûyerê qedexe kir

Lê dadger Jonathan Goodman qedexe kir ku Trump bi şahidên dozê re têkilîyê dayne.

Goodman di derbarê Walt Nauta de, ku bi Trump re dihat darizandin, heman biryar girt.

Nayê zanîn ku Trump dê kengî dîsa di çarçoveya dozê de derkeve pêşberî dadgehê.

Di qeydên dadgehê de jî dema dewamiya darizandinê nehat eşkerekirin.

Trump bû yekem serokê berê yê DYA ku derdikeve pêşberî dadger

Hêjayî gotinê ye Trump ku îro dibe 77 salî, bû yekem serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkarê ku ji ber sûcên federal, derket pêşberî dadgehê.

Di Nîsana borî de jî Trump li New Yorkê li ser sûcên dewletê derket pêşberî dadgehê.

Trump, gelek caran got, ew ji sûcên li dijî wî bêguneh e, piştî dadgehê rêveberiya Biden tawanbar kir.

Di mitînga ku li New Jersey beşdar bû de got:

“Îro em şahidên xirabtirîn û hovtirîn keysbaziya desthilatdariyê ya di dîroka welatê xwe de bûn.

Îro wê weke şerm bê nivîsandin.”

Trump ê ku ji bo hilbijartinên serokomariyê yên sala 2024’an ji Partiya Komarparêz namzet e, îdia kir ku ji ber armancên siyasî, doz li wî hatiye vekirin.

Serokê berê yê Amerîkayê Trump wê bê darizandin

Back to top button