Serokê berê yê Amerîkayê Trump wê bê darizandin

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump li ser doza veşartina belgeyên dewletê îro dê derkeve pêşberî dadgehê.
Di hema demê de çav li rêye ku alîgirên Trump ji bo piştevaniya wê, xwepêşandanekî girseyî li dar bixin.
Rêvebirê Polîsê Miami ragihand ku ew rewşa heyî pir cidî digrin dest, lewma tedbîrên pêywîst girtine.

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump li ser doza veşartina belgeyên dewletê yên veşartî tê sûcdarkirin.

Li ser vê yekê wê îro derkeve pêşberî dadgehê.

Bi vê yekê re Trump dê wekî yekem serokê berê yê ku ji ber sûcên federal tê darizandin bikeve dîrokê.

Tevî berdewamiya doza xwe jî Trump da zanîn ku ew ê ji bo hilbijartinên serokatiyê ya ku di sala 2024’an de li DYA’yê bê lidarxistin dîsa bibe namzed.

Hêjayî gotinêye ku Trump di doza ku bi cezayê girtîgehê tê darizandin de wê li pêşberî dadgerê ku bixwe tayîn kiribû xwe biparêze.

Darizandina li Miami saet 15:00’an destpêkirin.

Gelek alîgirên Trûmp jî wê xwepêşandanan organîze bikin.

Li Miami tedbîrên ewlehî yên xort hatiye girtin

Di heman demdê de li Miami, ku serokê berê Trump dê derkeve pêşberî dadger, tedbîrên ewlehiyê yên tund hatin zêdekirin.

Rêvebirê Polîsê Miami Manny Morales di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku wan hemû amadekariyên xwepêşandanên ku bên lidarxistin temam kirine.

Morales got,

“Em vê bûyerê pir ciddî digirin.

Em dizanin ku potansiyel heye ku rewşa heyî xirab bibe.”

Tê payîn ku di xwepêşandana ji bo piştevaniya Trump de tê lidarxistin bi qasî 50,000 xwepêşandêr amade be.

Back to top button