DMME ji bo cezayê ‘Kurdistanê’ biryara binpêkirinê da

Ji ber peyva “Kurdistanê” li Parlamenterê HDP’ê yê berê Osman Baydemîr cezayê disiplînê û yê pereyan hatibû dayîn.
DMME’yê ev ceza weke “binpêkirina azadiya xweîfadekirinê” nirxand.
“Û Tirkiye ceza kir.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Osman Baydemîr di sala 2017’an di axaftineke xwe ya li Meclisê de peyva “Kurdistanê” bi kar anîbû.

Bi vê hincetê jî cezayê disiplînê yê pereyan li Baydemîr hatibû birîn.

Li ser vê yekê Baydemîr serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû.

DMME’yê têkildarî serlêdanê biryara xwe da.

Bi piraniya dengan hate gotin cezayê li Baydemîr hatiye birîn, binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirinê ye.

DMME Gotina bidemir a ‘Kurdistanê’ azadiya xweîfadekirinê binav kir

Dadgehê da zanîn ku bi vî cezayî re xala 10’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatiye binpêkirin û xwest ku dewleta tirk 16 hezar û 957 hezar euroyan tazmînatê bide Baydemîr.

Dozgera DMME’yê Saadet Yuksel ku di dosyayên têkildarî Tirkiyê her tim bi dengê dijber dikeve rojevê jî ji bo serlêdana Baydemîr tev li biryara binpêkirinê bû.

Parlamenterê HDP’ê yê berê û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Osman Baydemîr, di kanûna sala 2017’an di hevdîtinên bûdçeyê yên Meclisê de wiha gotibû:

“Ez weke kesekî kurd, weke nûnerekî ji Kurdistanê hatime, daxwaza min ew e ku ev sîwaneye bibe sîwaneya hevpar a tirk û kurdan.”

Li ser vê yekê Wekîla Serokê Meclisê Ayşenûr Bahçekapali ji Baydemîr pirsa; “Kurdistan ku dere?” kir.

Baydemîr jî destê xwe danî ser dilê xwe û got: “Kurdistan ev der e.”

Ji ber peyva “Kurdistanê”, cezayê bi awayekî demkî derxistina ji meclisê ji bo Baydemîr hate teklîfkirin.

Li ser vê yekê cezayê ji bo 2 rojan derxistina Baydemîr ji Lijneya Giştî hate dayîn.

Bahçekapili ya AKP’ê ku rûniştin birêve dibir ji Baydemîr re got;

“Ji kerema xwe ji lijneyê derkevin.”

Baydemîr jî nîşaneya serkeftinê kir û ji lijneya giştî derket.

Ji ber cezayê hatiye dayîn, 12 hezar lîre ji mûçeyê Baydemîr hate birîn.

Li Meclisê ev ceza cara ewil li Baydemîr hate birîn.

Pêvajoya doza baydemir a peyva ‘Kurdistanê’

Ji ber ku îtîraza li dijî biryarên Lijneya Giştî minkin nîne, Osman Baydemîr bi sedema “di dema xebatên qanûndanînê de ji ber gotinên xwe hatiye cezakirin û bi vê yekê re mafê azadiya xweîfadekirinê hatiye binpêkirin”, raste rast serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.

AYM’ê jî dosya lêkolîn kir û biryara “neşopandinê” da.

Li ser vê yekê Baydemîr serî li DMME’yê dabû.

Back to top button