Artêşa Urdinê ragihand, wan dronek tijî hebên hişbir ku ji Sûriyê derketibû anî xwar.
Ajansa fermî ya Urdinê Betra li ser zimanê çavkaniyeke leşkerî da xuyakirin, hêzên parastvanên sînor bi hevkariya di gel hêzên ewlekariya leşkerî û rêveberiya dij-hişbirê, ev dron anî xwar.
Li gorî çavkaniyê ev dron ji xaka Sûriyê rabibû û bi awayekî ne-rewa dixwest derbasî Urdinê bibe û eşkere kir ku di dronê de, 500 g ji madeya Kirîstal hebû.
Artêşê ev madeya hişbir ji aliyên pêwendîdar re şand.
Hikumeta Urdinê hêzên girêdayî Îranê yên li Sûriyê, bi alîkariya hin yekîneyên artêşa hikumeta Şamê, bi qaçaxtiya hişbirê di sînorên Urdinê re tawanbar dike, Îran û hikumeta Şamê jî vê yekê red dikin.
Sîrorên Urdinê bi Sûriyê re 375 KM ye û Şahnişînê gelek caran jinavbirina operasyonên mezin ên qaçaxtiyê, nexasim ên kîptagonê, ragihand.
8’ê Gulana borî, Urdinê 2 êrîşên esmanî li başûrê Sûriyê pêk anîn.
Yek ji wan li dijî kargeheke hebên hişbirê ya girêdayî Îran û Hizbulaha Lubnanê bû.
Ya duyemîn jî, mezintirîn qaçaxçiyê hebên hişbirê li Sûriyê yê bi navê Miri’î El-Remsan tevî malbata xwe, hatin kuştin.
Her du êrîşên navborî jî, roja piştî vegera Sûriyê li Komkara welatên Ereb, pêk hatin.



