Rêxistina Sara kuştina Ûfa Ehmed şermezar kir

Rêxistina Sara ya Li Dijî Tundiya Li ser Jinan kuştina jinan û bûyerên dermirovî yên li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî ve tê kirin şermezar kir û got, divê dewleta Tirk ji ber sûc û kirinên xwe ên ne-mirovî bê cezakirin.

Li Efrîna dagirkirî dîsan kirinên hovane li dijî şêniyên resen ên Efrînê hatin kirin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê jinek Kurd kuştin.

Navê jinê Ûfa Şêx Ehmed e û temenê wê 40 salî ye.

Rêxistina Sara ya Li Dijî Tundiya Li ser Jinan bi daxuyaniyeke nivîskî kuştina Ûfa şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ji dema dagirkirina herêma Efrînê ji aliyê komên çeteyên dewleta Tirk ve heta niha, kiryarên dermirovî li hemberî gel û xwezaya Efrînê didomin.

Ev cînayet û sûcê ku li Efrîna dagirkirî pêk hat, yek ji hezaran bûyerên li Efrînê û tevahî herêmên dagirkirî ye.

Ji lewre em weke Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan, vê bûyerê û tevahî kiryarên li ser jinan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve pêk tên, bi tundî şermezar dikin.

‘Bila rêxistinên hiqûqî û mirovî erkên xwe bi cih bînin’

Her wiha Rêxistina Sara Ya Helebê jî daxuyaniyek da û sûcên ku li Efrîna dagirkirî têne kirin, şermezar kir.

Rêxistinê da xuyakirin ku ev ne cara yekê ye li wir jin têne kuştin û êşkencekirin.

Rêxistinê bang li rêxistinên mafên mirovan û yên hiqûqî kir ku bi erkên xwe rabin û rê li van kiryarên hovane bigrin.

“Divê dewleta Tirk ji ber sûc û kirinên xwe bê cezakirin”

Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Kantona Kobanê jî daxuyaniyek da û got: Li ber çavên raya giştî maf û zagonên navdewletî tên binpêkirin, mirov rûbirûyê hemû rêbazên binpêkirinê tên.

Çend roj berê du zarokên keç ji aliyê çeteyan ve rastî destdirêjiyê hatin.

Mixabin vê carê jî jina bi navê Ûfa Şêx Ehmed li mala xwe ya li Efrînê hat kuştin û piştre mala wê hat talankirin û şewtandin.

Di dawiya daxuyaniyê de bal li ser kiryarên ku heya niha li Efrînê rû dane hat kişandin û wiha anî ziman:

Em bang li rêxistinên navdewletî yên hiqûqî û mirovî dikin ku bi rengekî lezgîn bikaribin rola xwe di rawestandina kiryar û binpêkirinên li herêmên dagirkirî de bilîzin.

Divê dewleta Tirk were cezakirin ji ber ku ev ne cara yekemîn e jin bi hovane tên kuştin.

Li Efrîna dagirkirî çeteyan jina Kurd Ûfê Şêx Ehmed qetilkir

Back to top button