10’ê Hezîranê li Şehba di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li dijî erebeyekê de şervanê YPG û welatî şehîd û birîdar bûn.
Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo 3 şehîdan merasîma sersaxiyê li darxist.
Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê, ji bo 3 şehîdan merasîma sersaxiyê li darxist.
Merasîma sersaxiyê li Kampa Serdem a li gundê Til Sosin yê Ehdasê hat lidarxistin.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sureya Hebeş axivî û got:
“Parastina vê axê erkeke li ser milê me ye.
Em xwediyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ne.
Em in xwediyên çar beşên Kurdistanê ne.”
Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê Elî Selamê jî wiha anî ziman:
“Bila dagirker bizanin dê nekaribin berxwedana gel têk bibin. Ji ber ku ev gel gelê Rêber Apo ye, li ser fikr û felsefeya Rêber Apo mezin bû.”
Merasîm bi xwendina wesîqyên şehadetê bi dawî bû.