Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan tecrîda li Îmraliyê nirxand

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di bernameya taybet a Medya Haber TV’yê de tecrîda li Îmraliyê nirxand.
Kalkan diyar kir ku li Îmraliyê qanûn nîne lewma tecrîd bi awayekî giran kirî didome.
Kalkan destnîşan kir ku divê li gorî hiqûqa Ewropayê ji nû de li ser rewşa Rêber Apo were sekinandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya taybet a Medya Haber TV’yê û mijarên di rojevê de nirxandin.

Yek ji mijarên di rojeva Kalkan de Tecrîda giran kirî a li dijî Rêber Apo bû.

Kalkan: Kirinên li Îmraliyê tên kirin ji tecrîdê wêdetirin

Kalkan berxwedana dîrokî ya Îmraliyê û Rêber Apo bi rêzdarî silav kir û wiha got:

“Eva ku tê meşandin ji tecrîdê jî wêdetire.

Li cîhanê tecrîdeke bi vî rengî nehatiye kirin.

Tecrîda ku li Efrîkaya Başûr li ser Nelson Mandela jî hatibû kirin , ne wisa bû.

Mafê me heye ku em agahî ji wir werbigrin.

Mirov dikare bibe dijmin jî lê sînorekî dijminatiyê jî heye, pîvaneke wê heye. Hiqûqa wê jî heye.”

“Divê ji nû de li gorî hiqûqa Ewropayê li ser rewşa Rêber Apo were sekinandin”

Kalkan diyar kir ku li Îmraliyê qanûn nîne her wiha tecrîd jî bi awayekî giran kirî didome û wiha dewam kir:

“Ne qanûnên xwe pêk tînin û ne jî sozên xwe pêk tînin. Helbet biryarên navneteweyî jî bi cih naynin.

Mesele ne tenê ji bo Îmraliyê ye.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li ser doza Kobanê biryar dabû ku divê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û girtiyên din werin berdan.

Lê ev yek nekirin.

Qaşo hiqûqa Tirkiyê bi hiqûqa Ewropayê ve girêdayiye. Qebûl dike lê pêk nayne.

Nêzîkatiya wan a ku ji bilî siyaseta xwe tiştekî nas nakin, didome.

Fi sala 25’emîn de Pergala Îmraliyê, li gorî hiqûqa Ewropayê divê li ser rewşa Rêber Apo were sekinandin.

Kalkan: Nabe ku Ewropa li hemberî vê rewşê bêdeng be

Kalkan diyar kir ku di rewşa normal de li gorî qaîdeyên hiqûqê yên Ewropayê nabe ku Rêber Apo di Îmraliyê de bidin sekinandin û wiha domand:

“Saziyên Ewropayê, CPT, Konseya Ewropayê hevparê vê bêhiqûqiyê yan jî hevparên kirinên li Îmraliyê ne.

Derbarê vî tiştî de rexneyên şênber heye. Lê li hember vê zêde deng dernakeve.”

Kalkan: Saziya esasî ya qirkirina Kurdan, sîstema tecrîdê ya Îmraliyê ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di dawiyê de destnîşan kir ku sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê saziya esasî ya qirkirina Kurdan e û wiha got:

“Divê em têkoşîna hiqûqî û siyasî pêş bixin. Têkoşîn girîng e û li ser vî bingehî têkoşîn li her qadê dewam dikin.”

Back to top button