Parlamenta Ewropa-Li ser pirsgirêka Kurd konferansek hate lidarxistin

Li Parlamenta Ewropayê bi dirûşma “Li Tirkeyê Maf û Azadî: Hiqûq, Girtîgeh û Pirsgirêka Kurd” konferansek hate lidarxistin.
Di konferansê de hate ragihandin ku bêhiqûqiya li Îmraliyê tê kirin li tevahiya welêt belav bûye û hate gotin,“Tecrîd welêt bi temamî dixe nava tarîtiyê.”
Beşdaran diyar kirin li gel biryarên DMME, mafên mirovan ên Abdullah Ocalan têne binpêkirin û gotin “Divê saziyên Ewropayê zextê li ser Tirkiyê bikin”.

Li Parlamenta Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi dirûşma “Li Tirkeyê Maf û Azadî: Hiqûq, Girtîgeh û Pirsgirêka Kurd” konferansek hate lidarxistin.

Konferasn di pêşêngtiya Yekîtiya Parêzerên Ewropayê ji bo Mafên Mirovan û Demokrasiyê (ELDH) û Komeleya Demokrasî û Hiqûqê ya Navneteweyî de pekhat.

Her wiha Partiya Çep û Tifaqa Pêşverû ya Demokrat û Sosyalîstan a li Parlamenta Ewropayê jî piştgiriya konferansê kirin.

“Em bûyerên li Tirkiye û Kurdistanê dişopînin”

Hevserokê Partiya Çep a li Parlamenta Ewropayê (PE) Martîn Schîrdewan tecrîda li Îmraliyê, helwesta dewletên Ewropayê ya dema hilbijartinê û piştî hilbijartinên li Tirkiyê nirxand.

Martîn Schîrdewan got, “Em ê bêdeng nemînin û durûtiya dewletên Ewropayê şermezar bikin.

Em rewşa li Tirkiyê ji nêz ve dişopînin. Em zanin ku biryarên dadgeriyê bi cih nayên anîn.

Em bûyerên li Tirkiye û Kurdistanê dişopînin. Em piştgiriyê didin têkoşerên li wê derê.”

“Ewropa divê piştgiriyê bide doza Kurdan”

Endamê Koma Keskan a PE’yê Françoîs Alfonsî jî îşaret bi tecrîda li ser Rêber Apo kir û wiha axivî

Abdullah Ocalan bi salane tecrîdkirî ye.

Destûr ji hevdîtina bi malbatê û parêzeran re nayê dayin.

Divê Ewropa piştgiriyê bide doza Kurdan.

“Divê zext li ser Tirkiyê bê kirin”

Serokê MAF-DAD’ê Heîke Geîsweîd bal kişande ser binpêkirinê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yê ji aliyê Tirkiyê ve

Geîsweîd anî ziman li gel biryarên DMME, mafên mirovan ên Abdullah Ocalan têne binpêkirin û got:

Divê saziyên Ewropayê zextê li ser Tirkiyê bikin.”

“Tecrîda li Îmraliyê welat tarî dike”

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol jî ragihand ku herêmên dagirkirî yên li Sûriyê mîna Gûantanamo qadeke tarî ye û ev tişt anî ziman:

“Li herêmên Kurdan jî bi vî rengî ye. Bi taybetî di dema ‘qedexeya derketina derve’ de qad ji nişka ve hate tarîkirin.

Ev rewş ji bo koçberan jî bi heman rengî ye. Rêveberiya AKP’ê li gorî xwe cihên bêstatu ava dike.

Ev qadên tarî yên neqanûnî li Îmraliyê destpê kir û li herêmên din belav bû.”

Back to top button