Wezirê Jin li Tirkiyê di nava 42 welatan de di rêza dawî de ye

Rêxistina Pêşketin û Hevkariya Aboriyê (OECD) derbarê hejmarê wezirê jin li cihanê daneyek parve kir.
Li gor vê daneyê Tirkiyê di nava 42 welatan de di rêza herî dawî de cihê xwe digire.

Navê 30 welatên Ewropayê ya di rêzê de li ser nîveka Rêxistina Pêşketin û Hevkariya Aboriyê de cîh digirin.

Li Almanya, Holanda, Norweç û Kolombiyayê nîvê wezîran jin in.

Rêjeya wezirê jin li Fransayê ji sedî 35, DYA û Brîtanyayê sedî 33, Yewnanîstanê jî sedî 11 ye.

Li gor vê daneyê Tirkiyê di nava 42 welatan de di rêza herî dawî de cihê xwe digire.

Tirkiyê ji ber sedemên tundî, polîtîkayên destdirêjî, kuştina jinan, mafxwarinê timî li cihanê di rêza dawî de dimîne.

Her wiha di hemû qadên jiyanê de jin ji mafên xwezayî bê par tên hiştin, fikr û ramanê xwe di vê pergalê de nikare bi awayek azad bîne ziman.

Back to top button