Heta niha 500 rewşenbîr û kesayetan li dijî polîtîkayên PDK’ê îmze dane

Polîtîkayên PDK’ê yên qirêj li dijî gelê Kurd û destkeftiyan her ku diçe kûrtir dibin. Gelê Kurd jî bi her şêweyî bertek û nerazîbûnan xwe didin. Heta niha zêdeyî 500 îmzeyî li dijî siyaseta PDK’ê hatine komkirin. Şêniyên navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê jî banga diyalogê li PDK û PKK’ê kir.

7 vê mehê 150 rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê li dijî siyaseta şerxwaz a PDK’ê platformek ragihandibû û dest bi pêngaveke îmzeyan kiribû.

Pêngav, di rêya înternetê re ye.

Heta niha zêdeyî 500 rewşenbîr, kesayetên siyasî û mamosteyên zanîngehan îmze dane û roj bi roj jimar zêdetir dibe.

Di vê derbarê de, yek ji endamên Komîteya Amadekar a platformê, rojnameger Kawe Nadir axivî.

Kawe Nadir dibêje pêngava wan li her çar parçeyên Kurdistan û Ewropayê dewam dike û dixwazin roj bi roj berfirehtir bibe û kesayetên xuya yên Kurd tev lê bibin.

Şêniyên navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmaniyê jî li ser hewldanên şerê navxweyî nerzîbûnên xwe anîn zimên.

Şêniyan da zanîn ku Tirkiye li pişt vê siyaseta şerxwaz a PDK’ê ye û dixwaze bi rêya wê, agirê Kurdî-Kurdî vêxe.

Şêniyên Seyîdsadiq bang li PDK û PKK’ê kir ku digel hev rûnin û diyalogê bo çareseriyê bingeh bigirin.

Deng û qîrên gel her dewam in, PDK jî bi her awayî hewl dide vî dengî bo nixumandina sûcên xwe qut bike.

Duh di saetên êvarê de, Eniya Nîştimanî xwest ku li pêşiya Dibistana Leyla Qasim a navçeya Kelarê, çalakiyekê li dijî polîtîkayên PDK’ê li dar bixe, lê belê ji aliyê Asayîşê ve hat astengkirin.

Her wiha Asayîşê rê neda saziyên çapemeniyê ku çalakiyê bişopînin.

Back to top button