Li Almanya çeteyeke DAIŞ’î ji ber sûcên li dijî Êzidiyan tê darizandin

Çeteyeke DAIŞ’î ji ber sûcên li dijî mirovahiyê yên li hemberî Êzidiyan kiriye, li Almanyayê tê darizandin.

Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Federal a li bajarê Karslrûheyê, Nûrten J. sala 2015’an ji Almanyayê çû Sûriyê û tevlî çeteyên DAIŞ’ê bû.

Nûrten li dijî Êzidiyan gelek sûc kiriye, ji ber wê doz lê hate vekirin.

Li gorî daxuyaniya dozgeriyê, sûcdara bi navê Nûrten J. tiliya wê di kolekirina Kurdên Êzidî de hebû û navbera salên 2016 û 2017’an, herî kêm jineke Êzidî weke kole bi kar tanî.

Çeteya DAIŞ’ê her wiha bi sûcên şer jî hate sûcdarkirin.

Niha li Almanyayê bi kêmanî 2 çeteyên DAIŞ’ê ji ber sûcên li dijî Êzidiyan, tên darizandin.

Back to top button