Li Yemenê, Koalîsyona welatên Ereb droneke nenas û 2 gemiyên bomebarkirî wêran kirin.
Li gorî dezgehên ragihandinê, îro hêzên parastinê yên koalîsyona Ereban, dronek ku ji aliyê hêzên Hûsî hatibû avêtin, rûxand.
Çavkaniyan her wiha diyar kir ku koalîsyonê duh jî li parêzgeha Hudeydayê 2 gemiyên bombebarkirî rûxandin.
Duşema borî jî, Koalîsyona welatên Ereb dronek ku ber bi Erebistana Siûdî ve hatibû avêtin, anî xwarê.