Şandeyeke Eniyê li Tirkiyê ye û digel hikûmet û rayedaran dicive

Şandeke Eniya Aştî û Azadiyê ku ENKS jî beşekî wê ye, li paytexta Tirkiye Enqereyê ye û biryar e digel rayedarên Tirk û şandeyeke hevbeş a Fransî-Amerîkî hevdîtinan bike.

Şande, ji rêveberê ENKS’ê Mihemed Îsmaîl û Feysel Oso, serokê Rêxistina Asûrî ya Demokratîk Gabriyel Muşeil û yên Tevgera Teyar El Xed Emîr Dendel û Wasif El-Zayid pêk tê.

Li gorî agahiyan, şande îro digel hikûmet û rayedarên Wezareta Derve ya Tirkiyê dicive.

Piştî hevdîtinên li Enqereyê, tê payîn şande berî bide Stenbolê û bi şandeyeke hevbeş a Amerîkî-Fransî re bicive, piştre digel şandeyeke Opozisyona Sûriyê jî hevdîtinê bike.

Heta niha hûrgiliyên vê serdanê nehatine eşkerekirin.

Eniya Aştî û Azadiyê ku ji ENKS, Rêxistina Asûrî ya Demokratîk, Meclisa Sûriya Paşerojê (Teyar El Xed) û Encûmena Erebî ya Cizîr û Firatê pêk tê û li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin.

Back to top button