Li Efxanistanê 8 jinên li dijî Taliban çalakî li dar xistin hatin girtin

Li Kabul paytexta Efxanistanê di 20’ê Tirmehê de 8 jinên ku bi hinceta li ‘li hemberî Talîbanê têkoşiyane’ û zextên Talîbanê protesto kirine di serdegirtina mala ku lê diman hatine binçavkirin û girtin.

Ji damezrînerên Tevgera Protesto ya Yekîtî û Hevgirtina Jinên Efxanî Dr. Zahra Heqparast ji Ajansa Nûçeyên Jinan a Efxanistanê re piştrast kir ku jinên xwepêşander ji aliyê hêzên Talîbanê ve hatine girtin.

Heta niha tu agahî derbarê jinên hatine desteserkirin nehatine dayîn û nayê zanîn ku ew birine ku derê.

Di vîdeoya ku di dema binçavkirinê de hatiye kişandin; Hat diyarkirin ku endamên Talîbanê bi awayekî çekdar bi ser malê de digrin.

Du salin Talîban li dijî jinan sûcên dijmirovî pêk tîne

Back to top button