Şertê girtina serê xwe li Îranê hat erêkirin

Salek piştî kuştina Jîna Emîniyê, komîsyoneke parlamentoya Îranê heşk-kirina şertê girtina serê xwe erê kir. Bi qanûna nû ya girtina serê xwe, yên qanûnê binpê bikin wê bi cezayên girantir bên cezakirin. Her wiha Îstixbarata Îranê zarokeke Belûc ê 10 salî kuşt.

Salvegera şehîdxistina jina Kurd Jîna Emînî ku di heman demê de salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye, nêz dibe.

Sererastkirina qanûnî ku girtina serê xwe li Îranê pê tê heşk-kirin jî, ji komîsyona meclisê derbas bû.

Yên bi rêziknameya lixwekirina cil û bergan a îslamî nekin, wê bi cezayên giran bên cezakirin.

Qanûn zêdeyê carekê bê binpêkirin, cezayên bên dayîn ev in:

Zêdeyê 5 hezar Euro cezayê pereyî, terikandina welêt ya jî heta 15 salan cezayê hepsê.

Li gor qanûnê divê cezayê binpêkirinê girantir bibe.

Di pêşnûmayê de pêşbîniya betalkirina karê mirov heta 15 salan jî tê kirin.

Daraz, wê bikare dest bide ser ji dehan yekê malê mirov. Yên biyan guh nedin qanûnê dibe ku ji welêt bên derxistin.

Jin gava li ser kar serê xwe negirin, dibe ku ji xizmetên fermî bên kirin.

Parvekirina wêneyan servekirî jî sûcek e ku divê bê cezakirin.

Îstixbarata Îranê zarokeke Belûc ê 10 salî kuşt

Zarokê Belûc Îhsan Yûsifzahî yê 10 salî roja 19’ê Tebaxê li bajarê Delgan ê eyaleta Sîstan û Belûcistanê ya Îranê ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat kuştin.

Hate hînbûn ku îstixbarata Îranê dema ku Belûc Îhsan ji bajarê Delganê bi motorsîkleta xwe diçû gundê Mandê yê navçeya Jalgayê gulebaran kir.

Îstîxbarata Îranê îdia kir ku bi hinceta ‘hişyariya raweste’ pêk neaniye gule li ser zarok reşandine.

Rejîma Îslamî ya Îranê her sal bi dehan welatiyên Belûc bi hincetên nedadperwerî digre û dikuje.

Li Kirmanê kirîna benzînê ji bo jinên motosiklet diajon hat qedexekirin

Li bajarê Kirmanê yê Îranê firotina benzîn ji bo jinên ku motosikletê bi kar tînin hat qedexekirin.

Ruxmê ku li Îranê bikaranîna wesayîd û motosîkletan ji bo jinan qedexe nîn e jî Navenda Perwerde û Şêwirmendiya Hiqûqî ya Dodbanê bertek nîşanî daxuyaniyê da:

Navendê bang li jinan kir ku li dijî qedexeyeke wiha giliyê xwe bikin û got:

Nabe ku tu gef û qedexe li ser welatiyan were kirin. Ev mînakeke zelal a cudakariya zayendî ye.

Back to top button