Hêzên Îrsaîlê li Şerîeya Rojava ciwanekî Filîstînî kuştin

Hêzên Îsraîlê careke din li Şerîeya Rojava ciwanekî Filîstînê kuştin.
Hate ragihandinê ku kesê ciwan di serê xwe de gule xwariye û jiyana xwe ji dest daye.
Her wiha 8 ciwanên din jî bi guleyên rastî birîndar bûne.

Li Şeraya Rojava ciwanekî Filîstînê ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hate kuştin.

Li gor agahiyan kesê ciwan tevî ku bêçek bû rastî êrişê hat.

Hate ragihandinê ku kesê ciwan gule di serê xwe de xwariye û jiyana xwe dest daye.

Her wiha 8 ciwanên din jî bi guleyên rastî birîndar bûne.

Filistînîyên ku bi giranî birîndar bûbûn rakirin nexweşxaneyê.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê: Em li ser mijarê lêkolîn dikin

Berdevkê Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ew têkîldarî mijarê lêkolîn dikin û ew ê encama lêkolînê eşkere bikin.

Di 19’ê Tebaxê de jî du Filîstînî li Şerîeya Rojava hatibûn kuştin.

Her wiha doh jî niştecihek hat kuştin û yekî jî bi giranî birîndar bibû.

Back to top button