Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li bajarokê Cirniye yê Tebqayê, bêdengiya rêxistinên hiqûqî û navneteweyî li hember nameyên gefxwarinê ku dewleta Tirk a dagirker dane Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Nûnerên Rêveberiya Sivîl, meclisên leşkerî, partî, tevgerên jinan û ciwanan, tevli dauxyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de hate gotin, nameyên gefxwarinê ku dewleta Tirkiyê dan Rêber Abdullah Ocalan li dijî mafên mirovan û qanûnên navneteweyî ye.
Bêdengiya rêxistinên hiqûqî û civakên navneteweyî li hember van gefan û daxuyaniyan hat şermezarkirin.
Hat diyarkirin ku ev bêdengî, tê wateya ku rêxistin şirîkên dewleta Tirk a dagirker in.
Dawiyê, hat eşkerekirin ku ciwan bêdeng namînin û dê xeta şoreşê berdewam bikin, erkên xwe li hember Rêber Abdullah Ocalan, gelan û şehîdan bînin cih,
Û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, destpêkirina seferberiya giştî hate ragihandin.
“Bêdengiya cîhanê tê wateya hevkariya bi Tirkiyê re”
Her weha li dijî tecrîdê û gefxwarinên ser jiyana rêber Apo rêveberiya kampa Roj a li Dêrikê daxuyaniyek da
Li vir jî bêdengiya hêzên navneteweyî li hember kirinên Tirkiyê hat şermezar kirin.